Sponsorlu Bağlantılar

24 Ekim 2016 Pazartesi

Leyla Göktürk - Em Bernadın ve Dilane Şarkı Sözleri

leyla göktürk em bernadın ve dilane


Leyla Göktürk - Em Bernadın ve Dilane Şarkı Sözleri

 Dahola şer gurm e gurm e
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Govend geriya dime dime
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Tîr û kevan rime rime
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Li Rojava şerî germ e
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê
Li seranserî Binxetê
Li Zevin girên heybetê
Li Hûriyan ji paytextê
Ji Mîtanan li Keytextê

Ji geliyê ava mezin
Ta Heşarkê Pira Hesin
Hêy tev tev
Muxlacî zerbûn talanê
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Siwar ketin berxwedanê
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Gurzê Zal in ji îmanê
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê govendê
Lêda gêr kir der holanê
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê
Derbalutê ta Qestelê
Digirmanê ta Kendalê
Ji Gir Helef ta Gir Koçer
Ji Elokê ta Rimmêlê

Ji Til Berek ta Xabûrê
Berya Homan û Holê
Halelehale
Qada şer toz û kulxane
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Rêşopa hespê hedban e
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Li hawir mij û dûman e
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Tola Derwêş e li Homanê
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê
Kurdên çê ne li Holê ne
Di Rojava de her mal xwê ne
Koçê nakin her li cî ne
Dara merx in têr û şîn e

Yê xerab her ser çepel e
Tuxmê revok û zexel e
Gelparêz in Rojhilat in
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin ve rêbendê
Apoyî ne tev kelat in
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

Dayik in kezebxelat in
De bila bêtin vê meydanê
De bila bêtin vê rêbendê
Xweser in xemla civat in
Em bernadin vê dîlanê
Em bernadin vê govendê

1 yorum: